Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Gelawêjê de, 96 kes welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin

11:25 - 23 Tebax 2023

Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilata Kurdistanê, amara girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di meha Gelawêja 1402 a Rojî de belav kir ku bigiştî 96 welatî hatine girtin.

Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê (Xweragirî), roja Çarşemî rêkevta 1ê Xermananê, amarek belav kir û li gorî vê amarê, li heyama meha Gelawêja 1402 a Rojî, 96 kes li çalakvanên siyasî û medenî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê navendên ewlehî ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên dijayetîkirin digel rejîmê û hevkarîkirin bi hizbên dijberê rejîma Îranê re hatine girtin û bo navendên îdareya Îtilaatê hatine veguhastin.

Li gorî vê amarê, beşek ji wan kesên hatinî girtin, endamên malbatên dadxwaz û malbatên şehîdên şoreşa Jînayê ne ku beşek ji wan piştî lêpirsînê, bi barimteyên giran hatine azadkirin û beşek jî heya niha çarenivîsa wan rohn nîne.

Herwisa 11 kes ji wan girtiyan jin in û 3 kes jî temenê wan xar 18 saliye.

Hêjayê behskirinê ye ku li devedevê nêzîkbûna şoreşa Jînayê li Rojhilatê Kurdistanê, Komara Îslamî ya Îranê bo çavtirsandina xelkê, bi bê liberçavgirtina ti pirensîpeke exlaqî û mafê mirovî, malbatên şehîdên şoreşa Jînayê û çalakvanên diyar yên civaka medenî li Rojhilatê Kurdistanê, bo navendên ewlehî gazî dike û gefa girtin û cezayê giran ji wan dixwe; her bi vê mebestê jî dest avêtiye bi girtina welatiyan û çalakvanên siyasî û medenî li Rojhilatê Kurdistanê.

Her li gorî vê amarê, li meha Gelawêja 1402 a Rojî, 11 kes ji çalakvanên siyasî û medenî li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê ku berê ji aliyê navendên ewlehî ve hatibûne girtin û lêpirsîn ji wan hatibû kirin, ji aliyê Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê ve, cezayê girtîgeh û lêdana qamçî bi ser wan de hatiye sepandin.

Bi awayekî giştî, ev welatiyane li ser hev, bi 28 sal û 8 meh û 2 roj girtîgeha te`izîrî û salek girtîgeha ragirtî û lêdana 30 derbe qamçî û dana 50 milyon Tumen cezayê nexdî hatine sizadan.

Hêjayê gotinê ye ku 4 kes ji wan kesan ku ceza bi ser de hatiye sepandin, jin in.