Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina hevjîna yek ji şehîdên şoreşa Jînayê ji aliyê hêzên rejîmê ve

11:26 - 23 Tebax 2023

Şermîn Hebîbî, hevjîna Fireydûn Mehmûdî yê xelkê bajarê Seqizê û şehîdê serhildana Jin Jiyan Azadî, ji aliyê hêzên rejîma serkutkar a Îranê ve hate girtin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Şermîn Hebîbî hevjîna Fireydûn Mehmûdî, ji şehîdên şoreşa Jînayê, roja Sêşemî 31ê Gelawêjê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bi bê hebûna belgeyên yasayî hate girtin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derheq sedemên girtina wê jina Kurd û tohmetên li dijî wê hatinî sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Roja 28ê Xermanana 1401 a Rojî, Fireydûn Mehmûdî yê xelkê bajarê Seqizê, di serhildana vî bajarî de, bi teqeya hêzên rejîma serkutkar a Îranê hate şehîdkirin.