Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê: Azadkirina diravên Îranê, Tehranê han dike ku zêdetir dîl bigire

11:34 - 23 Tebax 2023

Çend nûnerên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi şandina nameyeke hevpar bo Serkomarê Amerîkayê “Co Baydên”, dane zanîn ku azadkirina diravê bilokkirî yê Îranê, vê rejîmê han dide ku zêdetir barimteyan bigre.

Sê nûnerên Komarêxwaz ên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, “Maykêl Mekkak, Stîv Sikalîs û Êlîz Stêfanîk” bi şandina nameyekê bo Serkomarê Amerîkayê “Co Baydên”, tevî nîşandana nigeraniya xwe ya kûr li derheq lihevkirina Amerîka û rejîma Îranê bo azadkirina 6 milyard Dolar bo veguherîna girtiyan, ew bi gefeke micid li ser ewlehiya netewî ya Amerîkayê binav kirine û gotine ku ew yeka rejîma Îranê bo bi barimtegirtinên zêdetir han dide.

Herwisa wan nûneran, kabîneya “Co Baydên” tawanbar kirine ku bi encamdana danûstandinên nihênî li warê bernameya navkî ya rejîma Îranê û veşartina vê ji Kongireya Amerîkayê, yasaya çavdêrî ya Kongira Amerîkayê li ser “Bercam”ê binpê kiriye.

Herwisa wan 3 nûnerên Komarîxwaz di nameya xwe de, tekezî kirine ku “her cure lihevkirinek digel rejîma Îslamî ya Îranê ku nekare bi hertimî bernameya navkiya vê rejîmê bisekinîne, nigeraniya vê yekê zêde dike ku dewleta Amerîkayê bernameya navkî ya rejîma Îranê ku li ser ewlehiya netewî ya Amerîkayê gefeke micid e, bihêz dike”.

Di nameya wan nûnerên Komarîxwaz de hatiye: “Rejîma Îranê wek mezintirîn piştevanê terorîzma dewletî li cîhanê, ji barimtegirtinê wek startejiyek li danûstandinan û rêçareyek bo dabînkirina maliya xwe bi kar tîne”.