Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Belûçistanê li dijî girtina mamosteyekî olî yê Belûç nerizayetî û mangirtina xelkê berfireh bûye

10:36 - 23 Tebax 2023

Piştî binçavkirina “Melewî Fethî Mihemed Neqşbendî” yê pêşnimêjê bajarê “Rask” ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, xelkê wê parêzgehê bi daxistina rêyên li navbera bajaran, daxistina dukan û bazaran û nivîsandina dirûşman li dijî rejîma Îranê nerizayetiya xwe nîşan dan.

Piştî ku pêşnimêj û mamostayê olî yê berçav ê Belûçistanê, “Mawlewî Fethi Mihemed Neqşbendî”, ku roja Yekşemî 29ê Gelawêjê, bi tohmeta propagande li dijî rejîmê ji aliyê hêzên serkutker ên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, xelkê bajarên cuda ên Belûçistanê bi taybet bajarê “Rask”ê, dukan û bazarên xwe daxistin û bi daxistina rêyên di navbera Serawan û Sewranê û nivîsandina dirûşman li bajar û deverên din ên wê parêzgehê, nerizayetiya xwe nîşan dan.

Di vê derheqê de pêşnimêjê bajarê Zahidanê “Mewlewî Ebdulhemîd” ragiahndiye: “Ya herî baş ev e ku, Mewlewî Neqşbendî bi lezgînî bê azadkirin û nabe ku tenê bi nîşandana nerizayetiya xwe derheq siyasetên hikûmetê bê girtin û azadkirina wî bi qazanca hemû aliyan e”.

Hêjayê gotinê ye ku piştî serhildan û şoreşa “Jîna”yê, heyamê salekê ye nerizayetî li Belûçistanê û bi taybet li rojên Înê berdewam e û xelkê Belûç bi şêwazên cuda li hember rejîmê rawestane.