Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna kolberekî xelkê Merîwanê li ser sînorê Banê

10:13 - 24 Tebax 2023

Roja Sêşemî 31ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê Umîd Lutfî yê xelkê Merîwanê, bi teqeya hêzên leşkerî yên rejîmê li ser sînorê Kêlê yê ser bi Banê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên rejîma serkutkar a Îranê, bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberî kirine.

Umîd Lutfî di vê bûyerê de pişt û navqeda wî birîndar bûye.

Herwisa navbirî bo wergirtina tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî li bajarê Banê hatiye veguhastin.