Di heyama Tîrmeha îsal de cezayê bidarvekirina aliyê kêm 61 girtî di girtîgehên rejîma Îranê de hatiye cîbicîkirin, û meha berê jî aliyê kêm cezayê bidarvekirina 52 girtiyan hatibû cîbicîkirin.
Li gorî Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, li Tîrmeha sala 2023 a Zayînî, cezayê bidarvekirina aliyê kêm 61 girtî li girtîgehên rejîma Îranê hatiye cîbicîkirin ku 4 kes li bajarên wek Şîraz û Fûladşehrê li ber çavê xelkê li cihên giştî yên bajar de hatine bidarvekirin.
Her li gorî vê amarê, cezayê aliyê kêm 12 girtiyên belûç û 11 girtiyên Kurd hatiye cîbicîkirin ku dike % 37.7 li seranserê Îranê, herwisa cezayê 9 girtiyên Tirk jî hatiye cîbicîkirin ku dike %14.7.
Herwiha di vê heyamê de, 2 girtiyên siyasî yên xelkê welatê Efxanistanê yên bi navên “ Mihemed Ramiz Reşîdî û Seîd Neîm Haşimî Qetalî’ li bajarê Şîrazê û li cihek giştî hatine bidarvekirin, herwisa cezayê 4 jinan jî li girtîgehên rejîmê li bajarên “ Kirman, Recayîşehir, Kerec, û Îsfehanê hatine cîbîcîkirin.
Hêjayê gotinê ye ku piraniya girtiyan wate 31 kes ku dike %50.8 bi tohmeta madeyên hişber hatine bidarvekirin, herwisa 22 kes ku dike 36% bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatine bidarvekirin.