Li gor rapora Kurdpayê, roja Duşemî 9ê Gelawêjê, Elî Gulmohemedî welatiyê bajarê Bokanê hate girtin û bi mebesta cîbicîirina hukimê xwe bo girtîgeha rejîmê ya li vî bajarî hate veguhastin.
Ev welatiyê Kurd di meha Banemera îsal de bi tohmeta “endamtî di yek partiyên Kurd ên dijberê hikûmetê, beşdariya di xwenîşandanan de û belavkirina tiraktan” ji aliyê taya 101 a dadgeha 2 ya cezayên giran a Bokanê bi 32 meh heps hat cezakirin.
Ev welatiyê kurd di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re bê par bûye.
Roja Yekşemî 25`ê Befranbarê, Elî Gulmihemedî bê radestkirina belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên Îtila`ata rejîmê ve hatibû girtin.