Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha giştî a rejîmê li Avdananê, çalakvaneka xelkê vî bajarî gazî kir

10:40 - 24 Tebax 2023

Fatîme Şêxî, çalakvana xelka Avdananê, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Giştî a rejîmê li vî bajarî, bi mebesta jêpirsînê hate gazîkirin.

Li gorî Nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, (Xweragirî), roja Çarşemî 1ê Xermanana 1402 a Rojî, Fatime Şêxî, çalakvana xelka bajarê Avdanan yê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Giştî ya Komara Îslamî li wî bajarî hate gazîkirin û bo heyama çend demjimêran jêpirsîn lê hatiye kirin û piştr bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin.

Hêjayê gotinê ye ku di şoreşa Jin Jiyan Azadî de, pitir ji 130 welatiyên xelkê Avdananê ji aliyê navendên serkutker ên rejîmê ve hatine girtin ku heya niha nasnameya 108 kes ji wan eşkere bûye.