Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosteyeka dibistanê li bajarê Merîwanê ji kar hate derxistin

10:50 - 24 Tebax 2023

Mamosteya bi wec a bajarê Merîwanê ya bi navê “Şîwa Amilî Rad” li ser karê xwe hate derxistin

Pêka rapora Şêwreya Hevahengî ya Rêkxirawên Sendîkayî yên Mamosteyên Îranê, mamosteya dibistanê ya xelka bajarê Merîwanê û endama Encumena Mamostayên Merîwanê ya bi navê “Şîwa Amilî Rad”, ji aliyê îdareya Perwerde û Hînkariya rejîmê li bajarê Merwîanê, li ser karê xwe hate derxistin.

“Şîwa” nûnera berê ya Sendîkaya Mamosteyên Merîwanê li Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamosteyên Îranê bû.

“Şîwa Amilî Rad”, 18ê Gulana 2023an, wek nûnera navnetewî ya Şêwreya Hevahenkî ya Sendîkayên Mamostayên Îranê, xelata aştî ya “Damezraweya 18ê Gulanê” ya Koreya Başûr bi kincên Kurdî ve wergirt.

Hêjayê gotinê ye ku sedema bingehîn a jikarderxistina “Şîwa”yê ji aliyê îdareya Perwerde ya rejîmê ve, vedigere bo ser vê xelata cîhanî.

“Şîwa Amilî Rad” 18 sal pêşîneya mamostabûnê heye û ji mamosteyên xwedî şiyan ên bajarê Merîwanê ye ku li meşa nerizayetiya mamosteyan de roleke bandordar hebûye.