Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê girtîgeh, dûrxistin û derbên qamşiya bi ser endamekî “Encumena Nojîn”ê de hate sepandin

11:25 - 24 Tebax 2023

Dadgeha rejîmê li bajarê Sinê, cezayê girtîgeh, dûrxistin û derbên qamşiya bi ser endamekî “Encumena Nojîn” ku mamosteyê zimanê Kurdî ye sepand.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, taya 106 a dadgeha rejîmê li bajarê Sinê, yek sal girtîgeh, dûrxistin bo girtîgeha Dizilava ya bajarê Kirmaşanê û 40 derbên qamçiyan bi ser endamê Heyeta Birêveberiya “Encumena Çandî-Civakiya Nojîn” û mamosteyê zimanê Kurdî, “Seyvan Îbrahîmî” de sepand.

Pêka rapora Kurdpayê, dadgeha rejîmê tohmeta “têkdana nezma giştî” bi ser “Seyvan Îbrahîmî” de sepandiye û li 17ê Gelawêja 1402 a Rojî, kombûna pêragihîştin bi tohmetên wî li Taya 106 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê li bajarê Sinê bi rê ve çûye.

Ew mamosteyê zimanê Kurdî li dosyeyeke din de li 6ê Xermanana 1402 a Rojî bi tohmeta “propaganda li dijî rejîmê” dê bê dadgehêkirin.

“Seyvan Îbrahîmî” li 28ê Befranbara 1401 a Rojî bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malabata xwe bêpar bibû.

Herwisa “Seyvan Îbrahîmî” li dema lipeykevtin bo dosyeya hevjîna xwe “Zara Mihemedî”yê li roja Sêşemî 13ê Befranbara 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve li dadgeha rejîmê li bajarê Sinê hatibû binçavkirin û li roja Pêncşemî 15ê Berfanbarê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.