Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên li Belûçistanê bi dirûşmên mirin bo Xamineyî berdewam in

10:10 - 26 Tebax 2023

Roja Înê 3ê Xermananê, aliyê kêm li sê bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê xelkê nerazî li derheq girtina “Mewlewî Fethî Mihemed Neqşbendî”, pêşnimêjê Mizgevta Reskê, rijiyane ser şeqaman û ji bilî danan dirûşmên dijî rêberên berê û yên niha yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, daxwaza berdana girtiyên siyasî jî kir.
Li bajarên Rask, Xaş û Ehwaz ên ser bi Sîstan û Belûçistanê, xelkê serhildêr rijiyane ser şeqaman û bi dana dirûman li dijî rejîma Îranê, daxwaza azadkirina demûdest a “Mewlewî Fethî Neqşbendî” kirin.
Xwenîşanderên nerazî li Belûçistanê, bi dana dirûşmên wek “mirin û neman bo dîktator û Xamineyî, girtiyên siyasî divê bêne berdan, ezê bikujim yê ku birayê min kuşt û Mewlana Neqşbendî divê bê azadkirin” xwenîşandana xwe berdewam kirin.
Bilî wan xwenîşandanên roja Înê, çend şevek e ku azadîxwazên Belûç, bi berdewamî rêyên sereke yên bajarên Belûçistanê dadixin û bi hilkirina agir, nerizayetiya xwe li dijî rejîmê didine xuya.
“Mewlewî Fethî Mihemed Neqşbendî”, pêşnimêjê bajarê Raskê û kesayetiyê olî yê navdarê Belûç, rêkevta 29ê Gelawêjê, bi tohmetên “handana raya giştî û propagendekirin li dijî ewlehiya netewî” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.