Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Bloomberg”ê derheq lihevhatina neftî ya di navbera Îran û Amerîkayê de raporek belav kir

10:42 - 26 Tebax 2023

Malpera nûçeyî ya “Bloomberg”ê, di raportekê de ku roja Înê 3ê Xermananê belav kiriye, dibêje, xuya ye ku Komara Îslamî û dewleta “Joe Biden” ji bilî rêkevtina li ser guhertina girtiyan û azadkirina pereyên li Koreya Başûr hatinî bilokekirin, li ser firofina neftê jî gihîştine lihevhatinekê.
“Bloomberg” li ser gotinên taybet ên hin berpirsên Amerîkî yên ku navên wan nehatiye eşkerekirin, nivîsiye ku Amerîka hin sizayên li dijî firotina nefta Îranê bi taybetî ji bo Çînê kêm kirine.
Li gor vê raporê, li encama nermbûna Amerîkayê di hember Îranê de, Îranê berhemanîna nifta xwe ya xav ji pênc salên borî û piştî derkevtina Amerîkayê ji rêkkevtina Navokî û tundkirina dorpêçan, gihandiye asta herî bilind.
Bloombergê di beşeke din a rapora xwe de nivîsiye, Çîn nefta Îranê her bermîlê bi deh dolaran erzantir dikire, da ku ji bilî bikaranîna rojane ya neftê, enbarên xwe yên stratejîk jî tijî bike.