Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê Zaniyar Ebûbekrî yek ji şehîdên şoreşa Jînayê bo îdareya Îtilaatê hate gazîkirin

10:47 - 26 Tebax 2023

Ebdulah Ebûbekrî, bavê Zaniyar Ebûbekrî yek ji şehîdên şoreşa Jînayê, bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê hate gazîkirin.

Li gorî rapora Kurdpayê, roja Pêncşemî 2ê Xermananê, Ebdulah Ebûbekrî, bavê Zaniyar Ebûbekrî yek ji şehîdên şoreşa Jînayê bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê hatibû gazîkirin û bo heyama çend demjimêran lêpirsîn jê hatibû kirin.

Navbirî ji rêya pêwendiya telefonî ve bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê hatibû gazîkirin, û hêzên ewlehî gef jê xiwarine ku ji beşdarîkirin di rêûresma salvegera şoreşa Jînayê de xwe biparêze.

Ebdulah Ebûbekrî, piştî çend demjimêran lêpirsîn bo wergirtina soznameya nivîskî, hate azadkirin.

Roja 5ê Xezelwera 1401 a Rojî, Zaniyar Ebûbekrî, ciwanê temen 22 salî û xelkê bajarê Mihabadê, li meşa bi axsipartina termê Îsmaîl Mewlûdî yek ji şehîdên şoreşa Jînayê li bajarê Mihabadê, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker yên rejîmê hate şehîdkirin; pizîşkên dadweriyê jî, sedema canjidestdana Zaniyar Ebûbekrî bi berkevtina gulleyên şerî ragehandbûn.