Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlewî Ebdulhemîd rû li berpirsên rejîmê got, “bo oldariyê pere xerc nekin, bo xelkê xerc bikin”

11:09 - 26 Tebax 2023

Pêşnimêjê Mizgevta Mekkî ya Zahidanê û kesayetiyê olî yê berçav li Sîstan û Belûçistanê, “Mewlewî Ebdulhemîd”, li derheq xerckirina pereyek zêde ji aliyê rejîma Îranê ve li rêûresma Erbe`inê li Îraqê nerizayetiya xwe nîşan da.

“Mewlewî Ebdulhemîd” roja Înê 3ê Xermananê, li xutbeya roja Înê li bajarê Zahidanê, tevî rexnegirtineke tund ji rejîma Îranê bo xerckirina pereyeke zêde ji bo rêûresma Erbe`înê li Îraqê, huşdarî da û got: “Ti hikûmetek nikare darayiya netewî di ciheke din de xerc bike”.

Wî di berdewamiyê de pirsek anî ber behsê û got: “çima bi hezaran milyard ji bo merasimeke olî ji sindoqa xelkê hewcedar ê Îranê tê xerckirin”?

Gotinê Mewlewî Ebdulhemîd di halekê de ye ku rejîma Îranê bi armanca siyasî û qahîmkirina pêgeha xwe ya rizîbûyî li nav xelkê Îranê, pereyekî gelek zêde ji bo rêûresma Erbe`înê li Îraqê xerc dike û bi 10an ton derman û xwarin û hewcehiyên xelkê Îranê, bo Îraqê şandiye.

Berê Wezîrê Rê û Ban ê rejîma Îranê jî gotibû: “Bo rêûresma Erbe`înê 3 hezar milyard Tumen hatiye diyarîkirin, ma gelo welatek ku bo xwe derman dest nakevîn, divê ku ew hinde xerc bo rêûresmekê bê kirin”?

Herwisa Mewlewî Ebdulhemîd tevî îşarekirin bi ezmûna rejîma Îslamî ya Îranê bi tekezî goti: “Hikûmetek bi tevahî olî li ti cîheke cîhanê encama baş nebûye”.