Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd li ser sînorê Bane bi teqeya hêzên rejîmê hate birîndarkirin

11:28 - 26 Tebax 2023

Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê li dema kolberiyê li ser sînorê bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê bi dijwarî birîndar bû.

Li gorî Ajansa Nûçegehaniya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Çarşemî 1ê Xermanana 1402 a Rojî, kolberê Kurd yê bi navê “Umîd Kerîmî” yê xelkê gundê Lawîsan yê ser bi bajarê Merîwanê li ser sînorê Banê, bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê bi dijwarî birîndar bûye.

Hengaw dibêje, gulle ber zikê Umîd Kerîmî kevtiye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya navendî ya bajarê Seqizê hatiye veguhastin, û rewşa navbirî piştî niştergeriyê nebaş hatiye ragihandin.

Herwisa rojek beriya vê bûyerê, wate roja Sêşemî rêkevta 31ê Xermanana 1402 a Rojî, kolberekî din yê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Umîd Lutfî, bi teqeya resterast a hêzên rejîmê li ser sînorê Kêlê yê ser bi Banê hatibû birîndarkirin û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî a vî bajarî hatibû veguhastin.