Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sê rojên derbasbûyî de 11 hevwelatiyên Belûç hatine darvekirin

10:49 - 3 Tebax 2023

Li roja 8ê Gelawêjê heta roja 10ê Gelawêjê 11 hevwelatiyên Belûç li girtîgehên rejîmê de hatine darvekrin.

Pêka rapora malpera “Hal Weş” ku zêdetir li warê pirsên mafê mirovî li Belûçistanê de kar dike li heyama 3ê rojan de yanî li roja 8ê Gelawêjê heta 10ê Gelawêjê 11 hevwelatiyên Belûç ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişber hatibûn binçavkirin û bi îdamê hatibûn ceza dan hatin darvekirin.

Herwisa di vê raporê de hatiye ku malbata ti yek ji wan kesan pêş cîbicîkirina cezayê sepandî digel wan hevdîtin nekiribûn û heta agehdar jî ne hatibûne kirin, tenê bona wergirtina termên wan ev agehdar kiribûn.

Digel destpêka şoreşa “Jin, Jiyan,Azadî” li Îranê darvekirina welatiyan gelek zêdebûye, hevwelatiyên Belûç û welatiyên Kurd yek ji wan netewane ku zêdetirîn rêjeya îdamê di Îranê de hene.

Pêka amaran li 29ê Gelawêja sala 1401an heta 3ê Pûşpera 1402 an 156 hevwelatiyên Belûç li girtîgehên cuda yên rejîmê de hatine darvekirin.