Hemîd Mehmûdî, pêşmergê Hêza Pêşmergê Kurdistanê ku 40 roj berî niha koça dawiyê kiribû, ji aliyê xelkê gundê Hewî yê ser bi bajarê Seqizê ve rêûresma çileyê bo hate girtin û hêzên ewlehî yên rejîmê bi vê sedemê gef ji malbata Hemîd Mehmûdî xwarin.
Li gorî nûçeya ku giheştî bi Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina Hizba Demokrat, roja Înê 3ê Xermananê, li gundê Hewî yê ser bi Seqizê ji bo çileya Hemîd Mehmûdî, pêşmergê Hêza Pêşmergê Kurdistanê rêûresmek hate lidarxistin, lê hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Seqizê, gef ji malbata navbirî xwarin û bav û birayê Hemîd Mehmûdî bo îdareya Îtilaatê gazî kirin.
Hêjayê gotinê ye ku, îdareya Îtilaata rejîma Îranê li bajarê Seqizê, berê jî gef ji malbata Hemîd Mehmûdî xwaribû, ku rêûresma serxweşiya navbirî bi bêdengî û dûr ji dana dirûşman bi rê ve bibin.
Hemîd Mehmûdî, xelkê gundê Hewî li devera Tîlekoya bajarê Seqizê ye û bi sedema kevtin ji bilindahiyan ve, mixabin rastî qutbûna demara piştê hatibû û tevî hewla bêwestan a pizîşkan, êvareya roja Înê 23ê Pûşperê canê xwe ji dest da.