Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hîsam Destpîş: Divê vê carê ber çavê xelkê rohn be ku eger şeqam kevtine destê wan, ji dest nedin û bikarin bi îrade ve şeqaman bi rê ve bibin

17:59 - 26 Tebax 2023

Me li derheq salvegera şehîdbûna Jîna Emînî û serhildana xelkê li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê digel Şirovekarê Siyasî, rêzdar “Hisam Destpîş”, hevpeyvînek kir û çend pirsên wek “xelkê Kurdistan bi taybet û Îran bi giştî dê di salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de rabin. Çima Tirk tevlî serhildanê nabin. Divê xelk di niha de çi rêkarekê bigire ber xwe ji bo serhildanê. Di egera rabûna xelkê li dijî rejîmê, divê xelk çi alavekê li hember rejîmê bikar bînin?” Û çendîn pirsên dinê anîne ber behsê.

 

Hevpeyvîn: Sîbel Xubayî

P: Bi nerîna te xelkê Kurdistan bi taybet û Îran bi giştî dê di salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de rabin?

B: Eva ku di salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de serhildan çê bibe, bestênên cur bi cur di Îranê de hene, yanî me jîngehek heye bi navê Kurdistan û jîngehek jî bi navê Belûçistan, Azerbaycan û navçeyên Farsan û Ereb û Tirkemen hene ku, her yek ji wan taybetmendiyên xwe li derheq guherinkarî û serhildana bê, hene; Bi nerîna min eva ku roh û diyar e li navçeyên Kurdistan û Belûçistanê bi diyarîkirî ye ku tê çavnihêrîkirin û bi alxahînî ve mijarek tê gorê, lê dibînî ku pirsgirêkek bingehîn di Îranê de heye ku ev jî du cemseriya Tirk û Fars e ku çawa di wê heyamê de ji serhildanê têgihîştine yan naxwazin tê bigihin û yan jî çawa dixwazin mijarê yekalî bikin. Bi nerîna min Fars û Tirk hêşta amadehiya vê yekê di wan de nîne, çimkî pirsiyarên gelek mezin hene ku di pantiya siyasî de nekarîne bersiva wan bidin yan jî nekarîne ji mijara pawanxwaziya nasnameyî û oliya xwe dev berdin û herçiqas rastî pirsiyarên mezin hatine, lê nekarîne bi dirustî bersiva wan bidin û nikarine berçavrohniyan bidin û Tirk bi heman şêwe di nav sê cemseriya Tirkbûn, Îranîbûn û Azerîbûnê de gîr kiriye û esasen nekarîne ji vê yekê derbas bin û cuda ji vê yekê îlîtên emrazî hene ku xwediyê sermaye ne û ev îlîtane di çarçêveya hêza di Îranê de têkel bûne ku xwediyê hêz in li Tehranê ku hêşta bi wê dûredîmenê negihîştine ku veqetîn ji Tehranê dikare bi qazancê wan be; lewma ez bi giştî dikarim bêjim sîmayekê li salvegera Jînayê wêne bikim ku wekî destpêka wê, meydanên serhildan û şoreşê ku li Kurdistan û Belûçistanê hene û ew yeka berdewamiya wê hebe û êdî dimîne ku em divê bizanin li xwarê civaka Fars û Tirk û li xwarê civaka ev beşa nifşa nû li çarçêveya Fars û Tirk hatine meydanê ku bi teibîra resmî mijûl dibin yan jî li cem wan têgihîştinek çê bûye û bixwazin ji vê rêyê ve tevlî serhildanê yan gemeya siyasî bin. Di vî warî de hêşta nîşaneyeke micid nîne ku mirov bikare bêje ev jî têne nav wan meydanan, ger pirsgirêka rojane a aborî wan pal bide nava şoreşê.

P: Divê xelk di niha de çi rêkarekê bigire ber xwe ji bo serhildanê

B: Em dîsan nikarin hukmeke giştî bo xelkê bidin, eger bingeha me ev bûya, eva ku ji destpêka şoreşê ve hate gorê, bi vê wateyê ku Tehranî bi vê encamê gihîştinûn “Tehran bişê Kurdistan û Îran mîşê Gulistan”, eger ev mentiqe zal bûya, wê demê me dikarî bîr ji vê yekê bikin ku çawa rêkxistinek giştî bête gorê û di esasê de xelkê bêne dora hev û kom bibin û serhildan ber bi arasteyek din ve biçûba, lê ya ku bidiyarîkirî ji me re rohn bû, eva ye ku em çawa mêzeyê navçeyên cuda bikin? dizanî çima dibêjim? çimkî berdewam em divê esasê werbigirin û mijara serhildanê pêka navçe, nîştiman û nasanemya ku di wan navçeyane de heye bibînin. Ji ber ku ev navçeyane curê reftara siyasî û bîrkirin û piraktîka siyasî esasen bi wan xelkan dibexşin; lewma ez li ser wê bawerê me, divê ridbûn û hemû hêza xwe di vê yekê de kom bikin ku li Kurdistanê divê çi bikin; Yekem pêngav li Kurdistanê ev e ku em di warê siyasî û berkevtina siyasî de xwe dûr bigirin, çimkî esasen mijar em nînin ku em xwe pêve mijûl bikin û bikine mijareke mezin û beravajî divê rewşek aram çê bikin, çimkî li Kurdistanê çêbûna vê rewşa aram gelek girîng; Çima ev yeka girîng e? ji ber ku hem xelk berçavê wan rohn e û dizanin çi dixwazin, kê ye, çi ye û çi dixwazin? Eger ji vê songehê ve aramiyek dirust be, bi alxahînî ve Kurdistan bersiva her cure serhildanekê dê dide. Ku wisa ye pêngava yekem ev e ku me rewşeke aram li pantahiya tevgera xwe ya siyasî de hebe û êdî em virde û vêde nekin. Bi wê watayê ku em tex û qatên Îranê li pey xwe rabikêşin û digel wan eniyan çê bikin. Duyemîn pêngav ev e ku, di piraktîk de em dixwazin di vê salvegerê de çi bikin, û vê yekê bi eşkere behs bikin û bibe bi rojev û bi xelkê xwe îşare bikin ku em xwe bo çi amade dikin. Axo em xwe amade dikin tenê bo mangirtin û hatina ser şeqaman di heyameke kêm de? Bi nerîna min ev yeka ne dikare mentiqî be û ne jî dikare bersivdar be. An jî em xwe amade bikin bo serhildanek giştî, bi wataya wê ku rasanake yekcarî be ku civatan li dora hev kom bike. Ya din jî ev e ku em wekî hizbên siyasî, ji çi dîtingehekê ve em dixwazin mêzeyê vê salvegerê bikin. Axo bi wê watayê em jê binêrin ku rêkxistinek nû çê bikin ku em bikarin şûr bine nava civakê û em bikarin digel civakê têkel bin û em bixwazin îradeyek bi kom a nû çê bikin. Eger em bikarin wan mijaran li cem xwe yekalî bikin, wataya wê dibe ev ku civata me çi karekî encam bide. Ez wekî xwe li ser wê bawerê me ya ku girîng e ev e ku xelk bixwe, xwe amade bike; xwe amade bike bi wataya ku îmkana wê nede bi dagîrker ku konterolê ji Kurdistanê ve dest pê bike, û bikare vê kontirolê lerzîn bike. Îcara eva bi dû emrazên gelek girîn tê girin, ya yekê ev e ku me emrazên dijwar bi dest hebin û xwe rêk bixin. Ya duyem jî divê me emrazeke nerm hebe, wate şeqam bi destê me bin da ku em bikarî îradeya xwe ya bikom nîşan bidin. Êdî dimîne em di wî warî de wekî xelk, me ew amadekariye heye yan ne. lê girîng ev e ku em bikarin wek çawa me karî li Mihabad, Ciwanro, Sine, Pîranşehr û Şino û komek bajarên din, îradeya dagîrker bixine jêr pêrsiyar, vê carê jî em bikarên wê îradeyê berdewam bikin.

P: Bi nerîna te menca vê carê ya serhildanê tevahiya Îranê li xwe digire?

B: Wekî min di bersiva pirsa yekem de îşare pê kir, aliyê kêm heta vê gava ku em tê de ne û diaxivin, çi îşareyek wisa nîne û esasen guherîn li Îranê tûşî astengî û bombestek mezin bûye ku eva ye ku şûr nabe nav tevahiya Îranê û sedamên wê jî rohn in. Esasen mintalîteya mirovê fars û mintalîteya mirovê Tirk, ew mintalîte nîne ku em çavnihêriyê jê bikin ku li deheq serhildan û derheq wê ku bêne nava rewşek nû; yek ji sedemên here girîng ev e ku tevgerek bi navê Jin Jiyan Azadî çê bûye ku ewa daxwaza werçerxanek girîn ji mêjî, reftar û eqliyeta wan derheq Îran û paşeroja Îranê dike. Îcar eger ev reftar û mentiq û mintalîte baw be û yan hizûr hebe, tu pêka wî divê xwe biguherî yan bikarî guherinkarî di xwe de çê bikî û îmkana wê bidî ku ev guherinkarî çê bibe. Dema ku ew werçerxana fikrî pêş hemû tiştekî werçerxana piraktîkiyê çê neke, îhtimala wê ku ew mijare bi tevahiya Îranê de şûr bibe, kêm e; ewa xwendineke eqlanî ye. Xwendina duyem ev e ku di nava xwedî Îranê de eqliyeta xelk an nifşa nû digel Îranên derve yan Tirkan cuda ye û dixwazin bi şêweyekî din bîr bikin an wê werçerxanê ber bi wê yekê ve bibin ku curek din ji siyaset û bîrkirinê çê bikin. Eger em ji vê songehê ve mêzeya vê mijarê bikin, ku xelk bixwaze bi curek din siyasetê bike, êdî ev di xeyala dîrokî û pawanxwaziya olî û nasnameyî de biçin, îhtimala vê heye ku belav bibe. Sêyemîn xal ku divê em berçav bigirin, mijara aborî ye. Xelk di warê aborî de rastî astengiyan hatine. Belkî ev yeka bikare paldanekê çê bike. Lê eva paldanek mezin nîne yanî mezin nîne, dirêjeder nîne û nikare zêde ber xwe bide; çimkî di dawiyê de pêwîstiya wê bi vê yekê ye ku eger bê nava serhildanê tiştek demdirêj hebe ku bikare palderê wê be ku ji bo wê fedakarî bê kirin û xwe goriyê wê armancê bike. Hekî ez bixwazim wê meselê hinekê kurt bikim, divê bêjim, me nîşaneyên gelek mezin nînin, lê di eynî halî de nabe em berçav bigirin ku xelk di heyama sala borî de ezmûnên gelek mezin bi dest xistine, û dimîne axo dikarin wî xelkî berevajî îlîtên Fars û Tirk ku li derve û navxwe de restî eqiliyeta kevn in yan qazancê wan yê niha ji wê yekê derbas bibin û detpêşxeriyek nû bîne gorê yan ne? Bi giştî eva ku ez niha dikarim bêjim, di niha de li gorî îşareyên niha, ev yeka îhtimala wê kêm e.

P: Bi nerîna te çima Tirk bi şêwazek pêwîst tevlî xwenîşandana cemawerî ya xelkê li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê nabin?

B: Ev pirse ku girêdayî Tirkan e, mijarek gelek-gelek girîng e li derheq me Kurdan, çimkî cîranê me yê Kurd yan Kurdistanî, Tirk e. Li hemû sînorekî me digel wan mijar heye, çi mijarên siyasî, çi nîştimanî, çi mijara kangeh û qazanc, û tevlîbûna wan bi Azerbaycanê ve û ya me jî bi Bakur û Başûrê Kurdistanê ve. Bi ezmûnên xweş û nexweş wekî Komara Kurdistanê û mijara Nexedê, û bi giştî me dosiyeyên gelek zêde digel Tirkan hene. Lê eva ku bo Tirk nayên pêş? wekî berê min îşare pê kir, civaka Tirk esasen hilgirê du îlîtên esasî ye; Ya yekê, îlîta emrazî ye ku xwediyê sermaye ne û evên ku di warê sermaye û aborî de tevî Tehranê bûne û dîrokek dûr û dirêj hene. Ya duyem jî ev e ku nasiyonalîzma Tirk, ev nasiyonalîzmên Tirk ku me di Komara Azerbaycanê de dîtin, gelek cuda ne digel nasiyonalîzma niha ku heye. Nasiyonalîzma niha ya Tirk, nasiyonalîzmek negihîştî ye û esasen nekariye regeke civakî û tevgerek civakî li pişta serê xwe hebe, belkî zêdetir curek e ji destkir û curek e ji çavjihevkerî yan curek e bizawkirin wê ku li Tirkiyê û Azerbaycanê derbas dibe. Lewma vê yekê Tirk rastî paradoksê aniye û rastî tevlîheviyê kiriye û tûşî dijayetiyek gelek zêde kiriye. Tirk rastî sê pirsên pir girîng hatiye. Axo ew xwe Îranî dizan in bi wateya eva ku Îranî ne? Duyem; Axo ev xwe bi Tirkê Azerbacan dizanin bi wê wateyê ku bi xwe dibêjin tevlî welatê Komara Azerbaycanê bibin yan esas xwe bi pantirkîzm dizanin? Ew mijera ku li çarçêveya nasiyonalîzma Tirk li Tirkiye heye û ev mijarane wisa kiriye ku nasnameya Tirk, esasen nasnameyek nezelal be û nezane mijûlê çi ye û ber bi kuderê ve diçe. Heta dema ku îlîtên Tirk nekarin bersiva van pirsan bidin, nemumkin e ku bikarin berçav rohnî hebin û ne mumkîn e ku ber bi pêş ve herin û ne mumkin e ku înşetîvek gelek mezin û rohn hebin bo ev ku dixwaze çi bike. Eger me ew çavnihêriye ji Tirkan heb ku ji wê paradoksê û li ser serşêwayiya nasnameyî de dijîn, tebî`eten di wir de dimîne ku ev îlîtaneyên Tirk ku dixwazin guherinkariyek çê bibe, û şiyana guherîna vê yekê hene an ne? Ez ser vê bawerê me ku zehmet e ew îlîtên Tirk ku li derve ne şiyana vê guherinkariyê hebin. Çimkî me wekî civak Kurd û Kurdistanê kariye ew yekangêriya hizbên siyasî û rêberayetiya siyasî digel civaka xwe çê bikin; lê ew beşa îlîtên Tirk ku li derve ne û hewsengiya rega civakî û kultûrî nînin ku bikarin bandorê li navxwe hebin û ji ber hindê ew îlîtên Tirk ku ew baladestî di wê mijarê de hene digel Tehranê têkel in û digel Tehranê di warê aborî, siyasî, ewlehî û leşkerî de hizûra wan heye. Bîra me neçe veqetîna Tirkan ji Îranê gelek hêsan nîne û wekî Kurd û Belûçan nînin; ji ber ku wan li dirêjahiya dîrokê di nav pêkhateya siyasiya nizam, ewlehî û aboriya Îranê de bûne, û eger bê û ew biryarê bidin ku ji wê mijarê veqetin, mijarek gelek esasî çê dibe û ez ser vê bawerê me ku tevahiya Îranê wek çarçêveyek cugrafiyayî, dixe jêr pirsiyarê û rûbirûyê şert û mercên nû dike. Lewma bi giştî ez dixwazim bêjim ku sedama vê ku çima Tirk nayêne pêş, ev nîne ku ew civake pêwîstî bi guherinkarî nîne, ne pêwîstî bi wê yekê heye ku ew civake nîne, wata tê de nîne û di piraktîkê de jî her tê de nîne û çavnihêriya wê yekê jî nakin ku bizane kê ne û ber bi kuderê ve diçin.

P: Di dawiyê de eger vê carê xelk rabe, divê çawa rêkxistin bê kirin û divê çi alavekê li hember rejîmê bikar bînin?

B: Wekî min berê jî îşare pê kir, eger biryar e li hember Komara Îslamî serhildanek bête gorê ku par jî li dijî rejîmê hebû, girîngtirîn tişt ew e ku bizanin ku hatina wan a ser şeqaman, dawîn hatin e. Bi wê wateyê ku êdî rêya wegerîna wan nîne û divê Komara Îslamê vêde here û biherife. Bo wê yekê divê berî her tiştî pêwîst e ku êdî nebine qurbanî. Ew mercane hebin ku êdî di piraktîk de hêzên xwe yên dijwar û radeya xwe li hember Komara Îslamî de biçespînin û nîşan bidin ku li hember kuştina kesekê dikarin deh kes ji wan bikujin. Eva watayê wê ye ku divê li hember wê mijarê de civat bê dabînkirin. Em digel nizamek asayî rû bi rû nînin, em digel nizamek rû bi rû ne ku ji regeza rejîmên Esed û Sedam Husên û Qezafî ye û  ew rejîmên ku hatine ezmûnkirin û dîtin. Duyemîn tişt ev e ku civakên wan jî wekî Kurdistanê bên ser şeqaman, eger Îranî wê yekê ji xwe re dibînin; Divê biryarê bidin ku şeqaman bi dest ve bigirin û wan kontirol bikin. Ew bibin bi hakimê wan şeqaman û îdare û otorîte û hêza ku Komara Îslamî li ser şeqaman heye, divê ji wan bê standin. Me ew yeka ezmûn kiriye û me li Sine, Ciwanro, Mihabad, Pîranşehr û Şinoyê ezmûn kiriye û li Zahidanê bi rengek dinê hatine ser şeqeman. Lê pirsgirêka wê ev bû ku dom nebû û bi rastî nedizanin ew şeqamên ku di destê wan de bû, çi pê bikin. Lê vê carê divê ber çavê wan rohn be ku eger şeqam kevtine destê wan, ji dest nedin û bikarin bi îdare şeqaman bi rê ve bibin; Êdî eva li Kurdistanê li navbera hêzên siyasî û xelkê de, divê ev formole hebe. Ez bo Îraniyan nizanim, çimkî şiyana wan bo wê meselê digel me cuda ye. Bi giştî ez dixwazim bêjim ku divê civak xwe ji bo du mijaran dabîn bike. Yekem; Ew dixwazin di rewşa xirab de çi bikin? Dijwariya wê mebesta min reftarên fîzîkî û tundî û leşkerî ye. Duyem; Eva ku di warê îradeyî bikom ku şeqaman kontirol dikin û bi wê îradeya bikom dixwazin çawa şeqaman bigirine dest û xwe tê de misoger bikin. Bi her hal divê bi wê diyalog û têgihîştina me ji encam têkelbûna xwe digel civakê û civakê digel me bi heman şêweyê, wekî dibêjin “împot û anpot”ek ku di wan mijaran de tê; di dawiyê de ew dixwazin bigihine çi encamekê. Lê ezê hêvîdar im ku civak biryara xwe ya dawî bide û civak bi wateya me hemûya ne, em hemû biryara dawî bidin ku êdî eva dawî rawestingeh e bo vekişîna ber bi paş ve.