Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerohniya çarenivîsa welatiyekî xelkê bajarê Pîranşehrê

10:02 - 27 Tebax 2023

Welatiyê xelkê bajarê Pîranşehrê yê bi navê “Selah Bayizîdî”, piştî derbasbûna zêdetir ji 10 roj ji girtina wî, hê jî çarenivîsa wî nerohn e.
Roja Şemî 4ê Xermanana 1402 a Rojî, Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê (Xweragirî), ragihand: Selah Bayizîdî, xelkê gundê Kanîbaxî yê ser bi Lacana Pîranşehrê, heyama 11 roj e ji aliyê hêzên serkutkar ên Îtilaata rejîma Îranê ve hatiye girtin û heta niha jî çarenivîsa wî rohn nîne.
Navbirî di wê heyamê de ji mafê destpêkî yên wek çavpêkevtin û pêwendîgirtin digel malbata xwe û detspêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.
Hêzên Îtilaata rejîmê, 11 roj berî niha direngahiyên şevê rijiyane ser mala Selah Bayizîdî û tevî şikandina deriyê mala navbirî, çûne nava mala wî û bi şêweyekî dirindane navbirî girtine û bo cihek nexuya revandine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên li dijî wî hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.