Li nêzîkbûna şoreşa Jînayê, azadîxwazan li Urmiyê bi belavkirina baghêjî û nivîsîna dirûşman, daxwaz ji rûniştiyên bajarê Urmiyê kirin ku di salvegera şehîdkirina Jîna Emînî û serhildana giştî de birijine ser şeqaman û li dijî rejîma serkutkar a Komara Îslamî ya Îranê serhildanê bikin.
Li gor vîdiyo û wêneyên ku bo Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina PDKÎ hatine şendin, şeva Şemî li ser Yekşemî 4ê Xermananê, azadîxwaz û xelkê hişyar ên bajarê Urmiyê bi hilkefta şoreşa Jîna Emînî û peymannûkirin digel şehîdên gundê Balavê ku di serhildna Jînayê de bi teqeya hêzên serkutkar hatine şehîdkirin, bangewazî belav kirin.
Di beşeke banghêjiya wan de hatiye: Hêviya me tenê em bi xwe ne û divê em birijine ser şeqaman û rêya şehîdên şoreşa Jînayê bi giştî û şehîdên gundê Balavê bi taybetî, heta herifîna rejîma Komara Îslamî berdewam bikim.
Azadîxwazan ew banghêjiyane li piraniya tax û kolanên bajarê Urmiyê belav kirine.
Ji aliyeke dinê ve alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li ser dîwarên bajarê Urmiyê li dijî rejîma Îranê dirûşm nivîsîne.
Wan li ser dîwaran dirûşmên wek mirin bo dîktator û Xamineyî, bijî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û çendîn dirûşmên dinê nivîsîne.