Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji çalakvanên çandî, mamosta û xwendekarên bajarê Seqizê, li derheq berdewamiya gitina Saman Paşayî daxuyaniyek belav kirin

11:01 - 27 Tebax 2023

Hejmarek ji çalakvanên çandî, xwendekar û mamosteyên bajarê Seqizê li derheq berdewamiya girtina “Saman Paşayî”, mamostayê zanîngeh û qehremanê berê yê guleştê, daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Çalakvanên çandî, xwendekar û mamostayên bajarê Seqizê tevî nîşandana nerizayetiya xwe li derheq binçavkirina “Saman Paşayî” bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz kirine ku hemû mafên yasayî yên navbirî bêne dan.

Di beşeke vê daxuyaniyê de tekezî li ser nerohniya qedera “Saman Paşayî” piştî 2 mehan girtinê hatiye kirin, û sedema binçavkirina navbirî bi “kareke serhişkane li hember çalakî û karê hejmarek ji kesên malbata Saman Paşayî li derveyî Îranê” hatiye behskirin.

Di berdewamiyê de wajokerên vê daxuyaniyê nivîsandine: “Binçavkirina Saman Paşayî, hewlek e di rastaya ragirtin û dûrxistina navbirî ji wanegotinê ye û eva jî yek ji encamên nedadperweraneyên vê senaryoyê ye. Eger heta niha belgeyek hebaya, pêwîst bû ku piştî 2 mehan bê eşkerkirin.

Roja Yekşemî 11ê Pûşperê, “Saman Paşayî” li dema zivirîn ji bajarê Sine bo Seqizê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaat a rejîmê ve bi awayekî tundûtîj hate binçavkirin. Wan hêzane piştre êrîşî kiribûne ser mala Saman Paşayî û tevî vekolîna mala wî, dest bi ser hejmarek ji tiştîn wî yên takekesî de girtibûn.