Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêhzad Ubeydî yê xelkê bajarê Bane ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:09 - 27 Tebax 2023

Welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Banê yê bi navê Bêhzad Ubeydî, bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin.

Li gorî Ajansa Nûçegehaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 2ê Xermananê, Bêhzad Ubeydî yê xelkê gundê Siyuç yê ser bi bajarê Banê, piştî girtinê ji aliyê hêzên rejîmê ve bo cihekî nexuya hatiye veguhastin

Hengaw dibêje, hêzên rejîmê bi 10 maşînan êrîşî ser gundê Siyuçê kirine û çûne mala Bêhzad Ubeydî û bi bê hebûna belgeyên yasayî navbirî binçav kirine.

Heya niha, ji sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin û cihê mana wî ti zanyariyek ber dest nîne.

Herwisa hêzên rejîmê rewşekî awirte li vî gundî afirandibûn û çûbûne mala welatiyekî din ê bi navê Ehmed Xulamî û gef jê xiwaribûn.