Bi sedema bilindbûna pileya germê li bajarên cuda yên Îranê du roj pişûya fermî hat ragehandin.
Di heyama çend rojên derbas bûyî de, berqa bi sedan fermangehên hikumî û desteya kargêrî li çendîn bajarên Îranê qut bûn, herwisa 2 roj pişûya fermî bi sedema bilindbûna pileya germ hat ragehandin, û berpirsan behsa birêvebirina xirap ya beşa berq û avê dikin.
Berdevkê rejîma Komara Îslamiya Îranê ragehand, bi sedema parastina tendirûstiya welatiyan, li hember bilindbûna pileya germê ya bê mînak roja Çarşemî û Pênşemî 11 û 12 Gelawêjê, Pişûya fermî hat ragehandin.
Roja Çarşemî, Wezîrê Navxwe ragehand, eger wezareta tendirûstî diyar bike ku tendirûstiya welatiyan dixe metirsiyê carek din wê kar bê daxistin.
Lê, xelkê Îranê li ser torên civakî dibêjin, sedema bingehîna ragehandina pişûyê, nebûna berqê ye.
Li gorî Nûçegihaniya "ÎRNA" ya ser bi rejîmê, "Îhsan Mehdewî" Cihgirê Serokê firotin û xizmetguzariya dabeşkirina berqê li Kirmaşanê ragehand, bi sedema guh nedan bi hişdariyên wê parêzgehê, berqa 102 fermangehên hikumî û organên berhemanînê yên parêzgeha kirmaşanê qut bûye.
Herwisa Mistefa Babayî, birêveberê cîbicîkar yê kompaniya dabeşkirina berqê li rojavayê Mazenderanê ragehand, bi sedema piştguh avêtina hişdariyên dayî, berqa 68 amadebûyên ofîsan ku gelek hatine bikar anîn qut bûye.