Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê, 1 li ser 3 a xelkê kirênişîn in

12:13 - 27 Tebax 2023

Pêka amarek ku Wezareta Rê û Bajarsaziya rejîmê belav kiriye, 1 li ser 3 a malbatên Îranê li xaniyên kirê de rûniştî ne û ew aramre roj bi roj zêdetir dibe.

Nûnerê Wezareta Rê û Bajarsazî ya rejîmê “Elîriza Muhêlî” di vê dawiyê de gotiye ku “8 milyon malbatên kirênişîn” di Îranê de dijîn ku nêzî 1 li ser 3 a gelempera malbatên Îranê ye. Ew yeka di halekê de ye ku rêjeya zêdebûna malbatên kirênişîn li Îranê, 2 qat zêdetir ji geşeya rêjeya malbatan li sala derbasbûyî de ye.

Navenda Lêkolîn a meclîsa rejîma Îranê di vê dawiyê de raporek belav kiribû û siyasetên rejîmê û bajarvaniyê di warê niştecîbûnê de bi “şaş” hilsengandibû û tekezî kiribû ku nirxa avahiyan li bajarê Tehranê di heyama 5 salan de bi rêjeya %950 bilind bûye.

Di beşeke belgeyên Navenda Lêkolîn a meclîsa rejîmê de hatiye behskirin ku di wan salên dawiyê de enflasyon û bilindbûna nirxan li warê xanî û avahiyan, xelk xistiye tengasiyan.

Serokê Komîsiyona Avahîsazî yê meclîsa rejîmê “Mihemedriza Rizayî” jî berê gotibû ku “rewş bi qasekî xirab e ku ti kesek şiyan û bêwêriya belavkirina amara serast a warê niştecîbûnê nîne”.