Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê aliyê kêm 23 kombûnên nerazîbûnê li dijî rejîmê hatine lidarxistin

09:14 - 28 Tebax 2023

Roja Yekşemî 5ê Xermananê, li Kurdistan û Îranê aliyê kêm 23 kombûnên nerazîbûnê li dijî gendeliya berpirsên rejîmê û guhnedana wan bi daxwazkariyên xelkê bi rê ve çûn.
Komek ji malnişînkiriyên îdareya Dabînkirina Civakî li bajarên Şûş, Reşt, Kirmaşan, Şûşter, Dezfûl û Ehwazê li ber avahiyên vê îdareyê nerazîbûnên xwe nîşan dan. 
Malnişînkiriyên îdareya Dabînkirina Civakî li wan bajaran daxwaza cîbicîkirina dirustiya madeyên 96 û 111 ên yasaya dabînkirina civakî û zivirîna mûçeyê malnişînkiriyan û baştirkirina rewşa jiyana wan û dabînkirina xizmetguzariyên pizîşkî yên bêberanber û valakirina deynên hikûmetî ji rêkxirawa Dabînkirina Civakî kirin.
Her wiha hejmarek ji malnişînkiriyên Şîrketa Pola Îsfehanê, komek ji kêmendaman li bajarên Kirmaşan, Tehran, Ehwaz, Meşhed, Urmiye, Sarî, Dîwandere, Birûcerd, Erak, Çabehar, Kirman û Qum û Herwisa komek ji persenolên nexweşxaneya Mîlada Tehranê li ber avahiya vê nexweşxaneyê, hejmarek ji malnişînkiriyên Pola Elborza Rojavayî li ber ofîsa navenda malnişînkiriyan a Rudbara Gîlanê, komek ji persenolên “Sipurdeguzarên” Damezraweya Darayî ya Kaspiyena Reştê û komek ji persenolên Şîrketa Firotingehên “Rifah” li ber avahiya navendî ya Rifaha Tehranê xwenîşandan kirin.
Bi giştî ew kombûnên nerazîbûnê ku roja Yekşemî 5ê Xermananê bi rê ve çûn, daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe, guhnedana berpirsên rejîmê bi daxwazkariyên wan, dabînnekirina xizmetguzariyên pizîşkî û xweşbijîviyê bo wan û nedana mûçeyên wan yê paşketî, kirin.