Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

karnasekî rejîmê îtiraf kiriye ku zêdetir ji 19 milyon derdornişîn li Îranê hene

09:32 - 28 Tebax 2023

Pêka gotina karnasekî rejîmê, li Îranê zêdetir ji 19 milyon derdornişîn hene ku li sala 1350 a Rojî, rêjeye derdornişînî li Îranê 280 hezar bûye.

Karnasê rejîmê “Sohrab Meşhûdî” di hevpeyvînekê de digel malper “Cemaran”ê ser bi rejîmê îtiraf kiriye, ku “13 heta 19 milyon” kes an ku 25 heta %30 a xelkê Îranê derdornişîn in û ew yeka di halekê de ye ku 2 milyon û 500 hezar xanî û avahiyên vala li Îranê hene û em bi wan derdornişînan re dibêjin ku hûn xelkê bajaran nînin”.

Herwisa navbirî îtiraf kiriye ku: “75 heta %80 a erdê Îranê hikûmetî ye û 50 heta %60 a wî erdî bêbehre ye û ya balkêş jî ew e ku birêvebirina vê li stuyê Wezareta Werzêriyê ye û xelk bi sedema neçariyê ve û ji ber hejarî, hişkesalî û zêdebûna heşîmeta gunadan li dordora bajaran niştecî dibin û her lewma jî hikûmet bi wan re erdê nade, ew jî erdên werzêriyê dikirin di li nav de avahiyan çê dikin û beşeke erdê werzêriyê ji nav diçe û dibe cihê çêkirina xanî û avahiyan”.

Xelkê deverên derdornişîn rastî gefên cuda ên wek dîyardeyên kirêt ên civakî, tûşbûn bi madên hişber, zêdebûna tawanan û pirsgirêkên hundirî û tendirustiyê tên û ew ji piraniya xizmetguzariyan bêpar in.