Li bajarê Bokanê hêzên rejîmê gef û givaş xistine ser dukandar û bazariyan ku li salvegera şoreşa Jînayê beşdariyê nekin û man negirin.
Navendên ewlehî yên rejîmê li bajarê Bokanê gef li dukandar û bazariyên vî bajarî xwarine ku di salvegera şoreşa Jînayê û xwenîşandanên seranserî yên sala 1401an de, dukanên xwe danexin û man bigirin.
Hêzên ewlehî yên rejîmê li bajarê Bokanê ji hin dukandaran sozname wergirtine ku li roja 25ê Xermananê, di salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî û şoreşa Jînayê de, xwe ji daxistina dukanan û beşdarîkirin di nav xwenîşandana de biparêzin.
Ev gef û givaşên navendên ewlehî yên rejîmê li dijî bazariyan di halekê de ye ku sala borî li xwenîşandanên giştî yên sala 1401 a Rojî, dukandaran li piraniya bajarên Kurdistanê bi awayekî berçav çend rojan li pey hev dest bi grevê kirin, dukan û firotingehên xwe daxistin.