Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamoste Mihemed Şerîfî li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:41 - 28 Tebax 2023

Mamoste Mihemed Şerîfî, mamosteyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîj hate girtin.
Li gorî Ajansa Nûçegehaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 5ê Xermanana 1402an, mamoste Mihemed Şerîfî yê temen 37 salî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye girtin.
Hengaw dibêje, hêzên rejîmê êrîşî ser mala vî mamosteyê ol yê Kurd kirine û derî û pencereyên mala vî şikandine û piştî vekolîna mala wî, navbirî girtine.

Hêzên ewlehî yên rejîmê dest bi ser kelûpelên wî yên takekesî yên wekî leptap û telefonê de girtine û kamêreya çavedêrî û pirtûkên wî digel xwe birine.
 Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin û cihê mana wî ti zanyariyek ber dest nine.