Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê qedexeya çûna derveyî Îranê bi ser malbata şehîd “Azad Husênpûrî” de sepand

11:52 - 28 Tebax 2023

Îtilaata rejîma Îranê bi banghêjkirina “Şehrûz Husênpûrî” yê birayê şehîd “Azad Husênpûrî” ragihandiye, ku çûna wî û xwîşkên wî bo derveyî Îranê qedexe ye.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 5ê Xermanana 1402 a Rojî, “Şehrûz Husênpûrî” yê birayê şehîd “Azad Husênpûrî” şehîdê şoreşa Jînayê, ji bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê hatiye banghêjkirin û Îtilaatê bi navbirî re ragihandiye ku ew û xwîşkên wî mafê derçûn ji Îranê nînin.

Herwisa Kurdpayê daye zanîn, ku hêzên ewlehî bi “Şehrûz Husênpûrî” re 48 demjimêr derfet dane ku pasport û mobaylên malbata xwe radestî îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê bike û eger di torên civakî de jî çalak bin, ew dê bi tundî reftarê digel wî û xwîşkên wî bikin”.

Navbirî piştî çend demjimêr lêpirsînê ji îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê hatiye azadkirin.

Hêjayê gotinê ye ku roja Pêncşemî 22ê Pûşpera 1402 a Rojî, “Şehrûz, Şîrîn, Ferîba û Şîma Husênpûrî” ên bira û xwîşkên şehîd “Azad Husênpûrî” û herwisa Rehman Îsmaîlî, bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê hatibûne banghêjkirin û rastî lêpêçînê hatibûn.

Li destpêka Pûşpera îsal, kesên ser bi rejîmê, peyva şehîd li ser kêla “Azad Husênpûrî” yê pizîşk û şehîdê şoreşa “Jîna”yê ku li 26ê Xermanan a 1401 a Rojî, bi teqeya hêzên serkutker li bajarê Mihabadê şehîd bibû, reş kiribûn.