Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Mirovê Biçûk, Xewnên Mezin û Çarlz Darwîn” bi zimanê Kurdî hate çap û belavkirin

11:56 - 28 Tebax 2023

Li bajarê Sinê, pirtûka “Mirovê Biçûk, Xewnên Mezin û Çarlz Darwîn” ji aliyê çapemneniya “Hojan” ve hate çap û belavkirin.
Ew pitrîke bi nivîsa “Mariya Îzabêl Sançêz Vêgara” ji aliyê wergêr û çalakvanê warê zarokan “Hêmin Mihemediyan” ve ji zimanê Îngilîsî ve bi zimanê Kurdî di 36 rûpelan de hatiye wergêrankirin û ji aliyê çapemeniya “Hojan” ve li bajarê Sinê hatiye çap û belavkirin.
Çapemeniya “Hojan” di vê derheqê de ragihandiye: “Wek yekemîn çapemeniya zanistî li ser asta Kurdistanê, ew yeka hewlek e bo tejîkirina valatiya pirtûkxaneya zanîstî bi zimanê Kurdî. “Hojan” li sê asatên zarok, nûciwan û bitemenan de berhemên zanistî yên nivîskaran û wergêrên Kurd çap dike”.  
Çapemeniya “Hojan” yekem berhema xwe ya li jêr navê “Mirovê Biçûk, Xewnên Mezin û Çarlz Darwîn”, pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî dike.