Li berdewamiya êrîşên esmanî ên Amerîka û Îsraîlê bo ser binkên serbazî ên rejîma Îranê, şeva derbasûyî û sipêdeha Îro Sêşemî 27ê Reşeme Tehran û derdorên wê bûne armanca êrîşên tund.
Li gorî raportan, deverên cuda ên Têhranê ji wan, şeqama Bêhêştî, Yusif Abad, kargeha başûr, meydana Qezwîn û taxên Bakûrê Têhranê wekî Niyaweran, Eqdesiye, Tecrîş û Cemaran, herwisa li rojhelatê Têhranê û li derdora taxa, Nîro Hewayî dengê teqînên gelek mezin hatine bihîstin.
Welatî li bajarên Kerec û Ferdîsê behs ji hejîna malan dikin ku bi sedema giraniya êrîşan ve li Devera , Nemazî, li Heştgirdê raporta teqîna Lançêrên mûşekiye sipaha pasdaran belav kirine.
Ev pêlên êrîşan hevdem bûye digel bombebarankirina binkên sipahê li bajarên din ên wekî Sewllawa, Tewrêz û Çabihar, nîşaneya têkçûna tevav a hevsengiya serbazî a rejîma Îranê û lawaziya sîstema berevaniya welat li hember êrîşên derekî de ye.