Roja 16ê Adarê yek ji taltirîn rojên dîroka bixwîn a Kurd e. Di rojeke wekî îro de, pênc hezar Kurd û xelkê sivîl li bajarê Helebçe ya Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyawî canê wan hat stendîn.
Roja 16ê Adara 1988an a zayînî, wate 38 salan beriya niha, hikûmeta Baes a Êraqê di êrîşeke dijmirovî de û bi çeka komkuj û qedexekirî, di heyamê çend xulekan de pênc hezar Kurd li Helebçê de, tenê bi tawana Kurdbûnê şehîd kirin. Di wê karesatê de pênc hezar kes ji zarokên sava û civan û pîr û jin û mêrên Kurd bi çeka kîmyawî hatin xeniqandin û tawanek din bi tawanên dijminên Kurd û karesatek din bi karesatên dîroka bixwîn a Kurd ve zêde bû.
Bombebarankirina Helebçê ligel wê ku di wî serdemî de karesateke mezin a mirovî û komkujiyeke bê mînak bû, lê belê bi sedema peyman û danûstandinên siyasî û bazirganî yên dewletên zilhêz ên cîhanê û bêpiştvaniya gelê zulmlêkirî yê Kurd, hat perdepoşkirin.
Piştî 38 salan bi ser derbasbûna kîmiyabarankirina Helebçê û paşê bajarê Serdeştê û heta îro jî bi dehan û bi sedan tawan dijî gelê Kurd hatine encamdan û têne encamdan û bi mixabin civaka navdewletî bêdeng û bêhelwest e û zilhêzên cîhanê her wiha mijûl in di bin sîbera danûstandin û bazirganiyê de serpûş li ser hemû wan tawan û jenosîd û kavilkariyan dadinên ku ji aliyê dijminên rengareng ên gelê Kurd ve derheqê wî gelê dabeşkirî û mafxwarî de têne kirin.
Yad û navê şehîdên bombebarana kîmyawî ya Helebçê û hemû şehîdên Kurdistanê şad be.