Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa dironî bo ser binkeyên hizba Demokrat

16:38 - 16 Adar 2026

Kempa cihê akincîbûna malbatên hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Koyê, bo carek din ji aliyê sipaha pasdaran ve bû armanca êrîşan

Piştînîvroya îro Duşemî, 25ê Reşemeya 1404an a Rojî, rejîma Îranê bi dironan êrîş kire ser kempa malbatên hizba demokrat. 

Hêjayê gotinê ye ku şeva derbasbûyî jî kempa Zirgiwêz li sînorê Silêmaniyê bi 3 mûşekan bûye armanca wan êrîşan.

Ji dema ku alozî û şerê rejîma Îranê digel Amerîka û Îsraîlê dest pê kiriye, xaka Kurdistan û binkên hizbên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi berdewamî bûne amanca êrîşên rêjîma Îranê.