Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi dironan kefte ber êrişê

12:14 - 17 Adar 2026

Şeva derbasbûyî milîsên ser bi rêjîma Îranê bi çendîn dironan êriş kirine ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û beşek ji sefaretê agir girt.

​Li gorî raporan, di vê êrişê de herî kêm pênc diron hatine bikaranîn. Ev êriş wekî tundtirîn êrişa ser berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê piştî destpêkirina şerê dawî tê hesibandin.

​Şahid dibêjin ku sîstema parastinê ya wê balyozxaneyê karî ye du dironan li esman têk bişkêne, lê dironeke din li nav hewşa balyozxaneyê ketiye û bûye sedema agirpêkeftinê. Li pey êrişê, dengê çendîn teqînên bi hêz li "Navçeya Kesk" a Bexdayê hatine bîstin.

​Ev êriş ji aliyê komên milîs ên ser bi Îranê ve, wekî bersivek ji bo bombebaranên Amerîka û Îsraîlê yên ser bingehên Spaha Pasdaran a terorîst hatiye encamdan.

​Çend demjimêran berî vê êrîşê, balyozxaneya Amerîkayê huşdariya ewlehiyê dabû welatiyên xwe ku milîsên terorîst plan dikin êrişî "Navçeya Kesk" bikin.

​Heta niha berpirsên Amerîkayê ragihandine ku di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne, lê rewşa ewlehiyê ya navçeyê aloz e.