Hevdem ligel ragihandina destpêkirina pêleke nû ya êrîşan ji aliyê artêşa Îsraîlê ve, çendîn cihên cuda yên Tehran, Şîraz û Tewrêzê bûn armanca firokeyên şerker yên Îsraîlê.
Li gorî gotina welatiyan, ev teqîn bune sedema hejîna avahiyan û qutbûna berqê li hin navçeyan.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku pêleke berfireh a êrîşên xwe de bi awayekî hevdem bo ser armancên li bajarên Tehran, Şîraz û Tewrêzê dest pê kiriye.
Li gorî raporên navxweyî, li Tehranê çendîn navçe ji wan: Cemaran, Çarrêyana Îran-Xodro, Çîtger, Kolana Zerefşaniye li Şehreka Xerbi, Meydana Şehîdan, Kolana Pîrozî û Otobana Baqirî hatine armanckirin.
Her wiha, Bingehê Polîsê Niyaweran li bakurê Tehranê di dema van êrîşan de wêran bûye.
Ji aliyekî din ve, armanckirina avahiyekê li nêzîkî Biryargeha Xatemul-Enbiya û bicihbûna hêzeke zêde ya ewlehî bûne armanc û herwisa li wê derê dengê guleyan dihat bihîstin.
Hevdem rapor behsa bihîstina dengê çendîn teqînan li bajarên Şîraz, Tewrêz, Şehriyar û Bendera Dêr li parêzgeha Bûşehrê dikin.