Fermandeya Navendî a Artêşa Amerîka (SENTKOM) ragehandiye ku heya roja 25ê Reşeme, li çarçêweya operasyonên serbazî yê dijî pêgehên rejîma Îranê, me êrîş kiriye ser pitir li 7 hizar amancan.
Li gorî wê raportê, SENTKOM pitir li 6 hizar û 500 firînên şer encam dane û pitir li 100 gemiyên ser bi rejîma Îranê ziyar dîtine an bi temamî jinav çûne.
Li gorî SENTKOMê, amanca wan êrîşan ev bûn, Navenda Fermandeyî û kontirol, binkeya Îtilaat û bînayên ser bi spaha pasdaran, keştî û jêr deryayî yên hêzên deryayî, sîstema berevaniya esmanî, damezraveyên berhemanîna mûşekên balîstîk û diron û embarên teqemenî, binkên mûşekên erd bo Esman û jêrxanên piştevaniya serbazî.
Herwisa Artêşa Amerîka bo cîbicîkirina wan operasyonan 23 cor firokeyên serbazî ji wan, bombehawêjên sitratejîk wekî B-1 B-2 B-52 ligel çendîn cor firokeyên şer, firokeya Tankêr û hêlêkoptêrên şerker, bikar anîne.