Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînareke siyasî li welatê Norwêjê bo Dr. Simayîl Baziyar

12:25 - 28 Tebax 2023

Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Norwêjê semînarek siyasî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê bo Dr. Simayîl Baziyar rêk xist.
Roja Şemî 4ê Xermanana 1402 a Rojî, komîteya Hizba Demokrat li welatê Norwêjê, semînarek siyasî li jêr navê “rewşa siyasî û civakiya Rojhilatê Kurdistanê li du qonaxên cuda”, ji bo Dr. Simayîl Baziyar kadrê Hizba Demokrat û mamosteyê zanîngehê, bi beşdariya hejmareke berçav ji endam, alîgir û dostên Hizba Demokrat lidar xistin.
Dr. Baziyar behsa xwe bi ser heşt teweran de dabeş kiribû ku wiha ne: “Dabeşbûna xelkê bi ser bajar û gundan de, asta xwendewarî û hişyariya siyasî a civata xelkê, bandora jinan, civaka medenî, hereketa çep, Îslamiya siyasî, nasyonalîzim li parêzgehên Kirmaşanê, Îlam û Loristanê”. 
Dr. Baziyar di semînarê de bal kişande ser her yek ji wan mijaran ku di du qonaxên cud ên Kurdistanê de û li gorî amar û datayan îşare bi cudahî û guherinkariyên siyasî-civakî kir ku li pêşerojê dê rûbirûyê me bibin û tekezî kir: Divê hêzên siyasî û yek ji wan Hizba Demokrat di niha de berçavrohnî bo wan mijaran hebe û rêkarên guncaw bo siyasetkirin li ser wê rewşê bigire pêşiya xwe.
Di beşa dawî ya semînarê de, beşdarbûyan pirsiyar û têbêniyên xwe anîne ber behsê û ji aliyê rêzdar Simayîl Baziyar ve bersiva wan hate dan.