Xwedêjêrazî “Mihemed Ebaszade” ê xelkê gundê “Jarava” yê ser bi devera “Mirgewer” a bajarê Urmiyê û pêşmergeyê Hêza Bergirî ya serdema şoreşa gelan li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî “Mihemed Ebaszade” ê xelkê gundê “Jarava” yê ser bi devera “Mirgewer”a Urmiyê ku li malbateke kurdperwer û xweşnav ji dayîk bibû, li serdema şoreşa gelan li bajarê Urmiyê tevlî refên Hêza Bergirî bibû û li desteya xwedêjêrazî “Seyîd Kazim Muslihzade” hatibû rêkxistinkirin û digel pêşmergên Kurdistanê erkê bergirî li gundan girtibû stuyê xwe û herwisa di şerê “Geliyê Qasimlo” de jî beşdarî kiribû.
Piştre navbirî ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin û di rewşeke dijwar de ji aliyê Îtilaata rejîmê ve kevte jêr lêpirsînan; piştî derbasbûna 3 mehan bi rêya veguherîna bidîlgirtiyan ve hate azadkirin û zivirî nav malbata xwe û mijûlê kar û kasibiya xwe bû.
Xwedêjêrazî “Mihemed Ebaszade” heta dawiya jiyana xwe emegnasê rê û rêbaza Kurdayetî û nîştimanperweriyê bû; navbirî cihê baweriya xelkê û xwediyê kasayetiyek hêja û xwedîbandor bû û xelkê gund şêwirmendiyên xwe digel wî dikirin.
Xwedêjêrazî “Mihemed Ebaszade” di temenê 72 saliyê de û bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îrana sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe bi şerîkê xema wan dizane.