Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran; Amara nirxa enflasyonê di meha Gelawêjê de 39.8% bû

10:22 - 29 Tebax 2023

Navenda Amarî ya rejîma Îranê nirxa enflasyona meha Gelawêjê li gorî parêzgehan eşkere kir ku parêzgeha Kirman û Kirmaşan bi enflasyona mehane ya 3.5% zêdedirîn buhabûna kelûpelan hebûne.

Amara enflasyonê ya mehane hertimî rojek piştî dawiya meha borî tê ragihandin. Lê vê carê berî ku Navenda Amarî ya rejîma Îranê datayên amarê li ser malpera xwe belav bike, Ajansa Nûçegihaniya Tesnîm a girêdayî Spaha Pasdaran ev amare belav kir û ev yeka jî berteka medyayên navxweyê Îranê li pey xwe aniye.

Rapora Navenda Amarî ji dadayên ku berê mehên borî weşandibû cudatiyek wisa nîne û li gorî wê amarê, enflasyona mehane 2.4% bilind bûye. Enflasyona xal bi xal jî bo cara yekê bilind bûye û bûye 39.8%.

Navenda Amariya rejîmê rêjeya enflasyona salane jî bi %46.7 daye zanîn.

Nirxa kelûpelan di du parêzgehên Kirman û Kirmaşanê de li meha Gelawêjê bilind bûye û ew du parêzgehane di rêzbenda yek u du de ne ku nirxa enflasyona wan 3.5% ye. Herwisa Parêzgehên Îsfehan, Kohgiluye û Boyer Ehmed jî bi rêjeya enflasyona mehane %3.4 di rêzên dinê de ne.

Nirxa kelûpelan li Îranê roj bi rojê bilindtir dibe û sifreya xelkê jî roj bi rojê piçûk dibe û hejarî û betalî jî pêsîra xelkê girtiye.