Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş girtiyên Tikabê hê jî çarenivîsa wan nexuya ye

10:37 - 29 Tebax 2023

Şeş kes ji girtiyên gundê Axere yê ser bi bajarê Tikabê, hê jî çarenivîsa wan nexuya ye û li girtîgeha navendên ewlehî ragirtîne.

Li gorî Nûçegehaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî derbasbûna 28 roj ji girtina wan şeş kesan li xwenîşandana xelkê gundê Axere yê ser bi bajarê Tikabê yên bi navên Xelîl Aftabî, Ehmed Aftabî, Îsmaîl Teymûrî, Rêbwar Berfir, Hamîd Enûşe û Yeqûb Eskenderî, ku heya niha çarenivîsa wan nexuya ye û li girtîgeha rejîmê ya li Urmiyê ragirtîne.

Hengaw dibêje, Riza Muzefer, Fermandê leşkerî yê rejîmê li Tikabê, xwenîşander bi têkdana aramî û asayişê tometbar kirine û sedema girtina wan bi sedema birêvebirina kombûna ne asayî ragehandiye.

Her di vê derheqê de Mêhdî Teqîzade, dadsitanê giştî û şoreş yê rejîmê li Tikabê gotibû ku bo tometbaran dosyeya dadwerî vekirine.

Welatiyên gundê Axere bi sedema nîşandana nerizatiya xwe li hember danemezrandina welatiyan li kana zêr a vî gundî hatibûne girtin, ku nasnameya 29 kesên girtî eşkere bûye.

Roja Sêşemî 10ê Gelawêja 1402 a Rojî, 46 kes ji girtiyên gundê Axere yê ser bi Tikabê, bo girtîgehên navendên ewlehî yên rejîmê li Urmiyê hatibûne veguhastin.