Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Esmangera Kurd a Rojhilatê Kurdistanê gihîşte valatiya esman

11:06 - 29 Tebax 2023

Esmangerên (Astronot) “Crew-7” ya NASAyê, roja Yekşemî 28ê Tebaxê bi hevkariya kompaniya “Space X”, bi serkevtî gihîşte valatiya esmanê.

Di vê operasiyonê de 4 kes beşdar bûn. Yek ji wan çar kesan, jineke Kurd e ku ev şanaziye bo nesîbê wê ku bigihe valatiya esman.

Yasemîn Muqbilî ya xelka bajarê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê ye û eslê xwe Kurd e û serpereştiya wê geşta esmanî dike.

Biryar e ev geşte zêdetir ji 6 mehan di esman de bimîne. Astronotên “Crew-7” ên NASAyê roja Şemî 26ê Tebaxê bi Astronota “Space X”ê ji erê hate avêtin û piştî 30 demjêmêran, roja Yekşemî 27ê Tebaxê gihîştine valatiya esmanê ya Navneteweyî (ISS).

Yasemîn Muqbîlî sala borî jî piştevaniya serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê kiribû û wê postek li ser Twîtera xwe bi heştega Jin Jiyan Azadî weşandibû û nivîsîbû: “Herçende bextê min nebû ku ez rojekê jî li Îranê derbas bikim, lê ti carî jî ewqas hêvîdar nebibûm”.

Malbata Yasemînê sala 1979an piştî şoreşa gelan li Îranê koçberê welatê Almanê dibe û li wir bibûne penaber. Yasemîn 24ê Hezîrana 1983an li bajaroka “Bad Nohaym” (Bad Nauheim) a Almanê ji dayîk bûye. Malbata Yasemîn ji Almanê jî ber bi Amerîkayê ve diçin.