Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê aliyê kêm 16 kombûnên nerizayetiyê hatine lidarxistin

10:34 - 30 Tebax 2023

Duh roja Sêşemî 7ê Xermananê, li Kurdistan û Îranê aliyê kêm 16 kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê bi rê ve çûn.

Roja Sêşemî 7ê Xermanana 1402an, komek ji malnişînkiriyên nîştimanî li ber avahiyên sindoqa malnişîniyê, parêzgarî û fermandariya rejîmê li bajarên wek Kirmaşan, Îlam, Polduxter, Erdebîl, Yezd, Xuremava, Tehran, Kohdeşt, Urmiye, Tewrêz, Qezwîn û Sinê bi bilindkirina pilakardên ku dirûşmên nerazîbûnê li ser hatibûne nivîsîn, nerizayetiya xwe nîşan dan.

Van hevwelatiyan li hember wekhevnekirina mûçe û rewşa nebaş a jiyanê kombûna nezarîbûnê bi rê ve birin.

Herwisa hejmarek xwendekarên Didanpizîşkî li ber avahiya Wezareta Tendirustî, Derman û Perwerdehiya Pizîşkî li Tehranê kom bûn û li derheq şêwaza birêveçûn, ranegihandina çavkanî û rêkevta ezmûna kilînîka didanpizîşkiyê nerizayetiya xwe nîşen dan.

Herwiha komek nexweşên Dîstrofiyayê li ber avahiya Wezareta Tendirustiyê li Tehranê bi lidarxistina kombûna nerizayetiyê daxwaza hatina “Jên Dermanî” bo nav welat kirin.

Herwiha komek karkerên kompaniya Maşînsaziya Erakê, di hevşa vê kargehê de bo duyemîn roj dest avêtin bi grevê û kar nekirin.

Heta ku diçe kombûnên nerizayetiyê jî li hember gendeliya berpirsên rejîmê, cîbicînebûna daxwazkariyên wan û rewşa jiyanê zêde dibin û rejîm jî bi cihê çareserkirina pirsgirêkan, krîzek din bi ser xelkê de disepîne.