Damezraveya lêkolînan a Îsraîlî ya bi navê “Alma” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rejîma Îslamiya Îranê li pey bidestvegirtina beşên girîng ên pîşeya çekên kîmiyayî ya Sûriyê ye.
Pêka rapora damezraveya Lêkolîn a “Alma” ya Îsraîlê, rejîma Îranê dixwaze bi bidestvegirtoina beşên girîng ên pîşeya çekên kîmiyayî yên Sûriyê, li wan navendan de çekên pêşkevtî berhem bîne û wan berheman bi Hizbullah a Lubnanê re bide.
Herwisa vê navenda lêkolînan daye zanîn ku rejîma Sûriyê li “Navenda Lêkolîn û Lêkolînên Zanistî” ya xwe de berhemên kîmiyayî berhem tîne ku şiyana bikaranîn li warê leşkerî de hene.
Di vê raporê de hatiye ku rejîma Îranê hewldanên micid bo geşedan û berhemanîna rakêt, mûşekên kirûz û dironan li Sûriyê de dide û bi vê armancê, îmkanatên “Navenda Lêkolîn û Lêkolînên Zanistî” ya Sûriyê bi kar tîne.
Herwisa damezraveya “Alma” daye zanîn: “Renge Hizbullah li şer digel Îsraîlê de çekên kîmiyayî bi kar bîne, herwisa Hizbullah a Lubnanê, mûşek û rakêtên kîmiyayî ku hilgirê madeyên kîmiyayî yên wek gaza Sarîn in, li yek ji beşên “Navenda Lêkolîn û Lêkolînên Zanistî” li devera “Mesiyaf” a Sûriyê de paşkevt kirine ku li dema hewce de bo Lubnanê veguhaze”.