Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Amerîkayê bi sedema berdewamiya gefxwarinên rejîma Îranê navçeyê bicih nahêlin

11:08 - 30 Tebax 2023

Wezareta Berevanî ya Amerîka “Pêntagon”ê, daye zanîn ku bi sedema berdewamiya gefên rejîma Îranê li ser gemiyên ticarî, hêzên Amerîkayê dê li deverê bimînin.

Roja Sêşemî 7ê Xermanana 1402 a Rojî, Cihgira Berdevka Wezareta Berevanî ya Amerîkayê “Sabrîna Sîng” tevî îşarekirin bi berdewamiya gef û metirsiya rejîma Îranê bi ser gemiyên ticarî, tekezî kir ku bi hezaran çekdarên Amerîkayêb dê li Rojhilata Navîn bimînin.

Herwisa “Sabrîna Sing”ê ragihandiye: “Heta demekê ku me hewcehî bi vê hêzê hebe, ew dê li derverê bimînin û heta ku metirsiya Îranê neguhere, ti guherinkariyek di pêgeha hêzên Amerîkayê de rû nade”.

Cihgira Berdevkê Pentagonê di bersiva vê pirsê de ku gelo gefên Îranê yên li dijî hêzên Amerîkî li Sûriye, Îraq, yan jî li dijî gemiyên bazirganî yên li geviya Hormozê kêm bûne yan na, got: “Em herwisa li hefteyên borî de şahidê azara gemiyên bazirganî ji aliyê grûpên ser bi Spaha Pasdaran ve bûne û em şahidê kêmbûna gefan nebûne û me argumêntek ji bo vekişîna hêzên xwe nîne”.

Amerîkayê tevî şandina hêza esmanî û deryayî, zêdetir ji 3 hezar çekdarên xwe yên taybet di Rojhilata Navîn de cihgir kiriye û berê jî hêzeke zêde di deverê de hebû.