Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li encama şer û pevçûnên di navbera HSD û Encumena Leşkerî ya Dêrezorê, 25 kes hatin kuştin

11:36 - 30 Tebax 2023

Bi sedema şerê di navbera “HSD” û Encumena Leşkerî ya Dêrezorê, 25 kes ji her du aliyan hatine kuştin.

Pêka zaniyariyan, roja Sêşemî 7ê Xermanana 1402 a Rojî, li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê, li navbera şervanên “HSD” û hêzên Encumena Leşkerî ya Dêrezorê de şer û pevçûn qewimî ku di encama şer û aloziyan de 16 çekdarên eşîrên Erebî û 6 şervanên HSDê hatine kuştin û hejmarek çekdar jî, ji herdu aliyan birîndar bûne. Herwiha 3 sivîl jî bûne qurbanî.

Hêjayê gotinê ye ku roja Yekşemî 5ê Xermananê li parêzgeha “Heseke”, şervanên “HSD”ê, Serokê Encumena Leşkerî ya Dêrezorê yê bi navê “Ehmed Xebîl”, naskirî bi “Ebû Xewle” binçav kiribûn; hêzên Encumena Leşkerî ya Dêrezorê jî bi wê sedemê êrîşî ser binkeyên “HSD” kirin û şer qewimî.

“Encumena Leşkerî ya Dêrezorê” yek ji wan girûpên leşkerî yên Erebî ye û beşek in ji hêzên “HSD” ku li parêzgeha Drêrezorê asayîşa deverên ku bi piranî Ereb in, diparêzin.

Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derheq şer û aloziyên li Dêrazorê yên di navbera HSD û Encumena Leşkerî ya Dêrazorê de daxuyaniyek belav kir û daye zanîn, “zimanê gefxwarin û tirsandinê ji aliyê her aliyekî ve red dike û bang li her kesî dike ku rê li ber hewildanên gurkirina nakokî û dijmantiya Kurdî-Erebî bigirin”.