Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê binçavkirina malbata şehîdên şoreşa Jînayê şermezar kir

10:22 - 31 Tebax 2023

Bi hilkefta salvegera şehîdkirina Jîna Emînî û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, givaşên rejîmê li ser malbata qurbaniyên serhildanê zêdetir bûye; her bi wê sedemê jî dewleta Amerîkayê tirsandin û binçavkirina malbata qurbaniyên serhildana sala borî ya Jin Jiyan Azadî li Îranê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar kir.

“Ebram Pîlî”, Cihgirê nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Îranê li ser tora civakî ya “X”ê (Twittera berê) peyamek belav kir û tê de ragihand, “Amerîka ji nêz ve nûçeyên derheq tirsandin û binçavkirina malbata qurbaniyên xwenîşandana sala borî li Îranê dişopîne”.

Herwiha navbirî li ser lipeykevtina reftarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, nivîsî: “Em vê hewla eşkere ya rejîmê ji bo tirsandina Îraniyan ku nirxeke giran di devedevê salvegera kuştina Jîna Emînî de dane, şermezar dikin.”

Rejîma Îranê ji serhildana dubare ya xelkê tirs heye û her lewma bi nêzîkbûna salvegera şoreşa sala borî û şehîdkirina Jîna Emînî, zext û givaşek zêde xistiye ser malbata şehîdên şoreşa Jînayê û bi berdewamî wan bo navendên ewlehî gazî dike.