Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê azadîxwaz li bajarên Kurdistan û Îranê xwe amade ji bo serhildana seranserî amade dikin

10:57 - 31 Tebax 2023

Li devedevê salvegera şoreşa Jînayê, li bajarê Sinê, xelkê bi hilkirina agir li ser şeqaman nerizayetiya xwe nîşan dan û herwisa azadîxwazan li bajarê Qumê jî benêrên “Qasim Silêmanî” yê terorîst şewitandin.

Şeva Çarşemî 8ê Xermanana 1402 a Rojî, xelkê azadîxwaz li bajarê Sinê li ser şeqaman agir hilkirin û bi dirûşma “Sine goristana faşîstan e”, hewla daxistina şeqaman dane.

Herwisa li bajarê Qumê jî, xelkê nerazî û azadîxwaz, benêrên terorîstê “Qasim Silêmanî” li cûtsayda “Te`awon” a vî bajarî şewitandin.

Rejîma Îranê ji tirsa berfirehtirbûn û destpêkirina serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi banghêjkirin, binçavkirin û sepandina siza û gefxwarinan li xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hewla rêgirîkirin ji destpêkirina dubare ya serhildana xelkê li ser şeqaman dide.

Givaşên hêzên rejîma serkutkar di halekê de ye ku nerizayetiya xelkê her berdewam bûye û ji kombûnên nerizayetî yên kedkar, malnişînkirî û sendîkayî ve bigire heta xwenîşandên ser şeqaman ên azadîxwazan li dijî rejîmê her berdewam bûye û di niha de jî xelkê azadîxwaz, xwe ji bo salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” amade dikin.