Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di heyama 25 salan de çavkaniyên avê yên Îranê bi yekcarî çik kirin

12:49 - 31 Tebax 2023

Berpirsê berê yê rêkxirawa Jîngehparêziya rejîmê li bajarê Urmiyê “Îsa Kelanterî” gotiye: “Me di heyama 25 salên derbasbûyî de hemû çavkaniyên girîng ên avê li Îranê çik kirine”.

Roja Çarşemî 8ê Xermananê, Serokê berê yê Rêkxirawa Jîngehparîziya rejîmê li bajarê Urmiyê “Îsa Kelanterî”, di hevpeyvînekê de digel malpera “Dîdebanê Îran”ê gotiye: “Me wek berpirsên hikûmetê di heyama 25 salên derbasbûyî de ava welat tevaw kiriye, çimkî hemû desthilatên avî yên welat di destê yek kesî de ye”.

Pêka rapora meha Gelawêja îsal a Saziya Zevînasiya ya rejîma Îranê û Birêveberiya Çavkaniyên Avê yên Îranê, piraniya deştên li naverasta Îranê bi taybet ên li parêzgehên Îsfehan, Fars û Xurasanê rastî herifîna axê û koçberiya xelkê ji wan deveran hatine û ew parêzgehane rastî hevsengiyeke nerînî ya mezin a avên binerd hatine û ev yeka jî bûye sedem ku xelk li hizra koçberiya bo deverên bakur û rojavayê Îranê an ku Kurdistanê bin ku çavkaniyên ava vexwarina wan zêdetir e.