Elî Xamineyî, 7 kangehên zêr ku salane 13 ton zêr li wan de tê berhemanîn, bi Spaha Pasdaran, Rûsiyê û Çînê re daye.
Roja Pêncşemî 12ê Gelawêja 1402 a Rojî, Nûçegihaniya “Îran Înterneşnal” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” 7 kangehên berhemanîna zêr li Îran û Kurdistanê ku salane 13 ton zêr li wan de tê berhemanîn, bi Spaha Pasdaran a terorîst û Çîn û Rûsiyê re daye, ew yeka li halekê de ye ku ew kangehên zêr li Kurdistan û Îranê de bilî pîsbûna jîngehê û xisarên zêdetir, ti qazancek bo xelkê deverê nebûye”.
Yên ku pişka herî zêde ya zêr li ber wan dikeve li pileya yekem de Spaha Pasdaran a terorîst e ku li derveyî Îranê bo milîsên girêdayê xwe xerc dike û ji aliyê din ve jî, rejîma Îranê bo mana xwe û bi destûra Elî Xamineyî, bi Çîn û Rûsiyê re dide û xelkê Kurdistan û Îranê jî bi taybet xelkê deverên nêzî wan kangehên zêr, li her mafekê bêpar kirine û heta di wan kangehan de mafê kedkariyê jî bi wan re nadin û eger nerizayetiyê jî nîşan bidin, hêzên terorîst yên Spaha Psdaran, êrîşî dikin ser wan û wan binçav dikin.