Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bê avî bûye pirisgirêkek micid bo xelkê devera Mirgewer

16:12 - 3 Tebax 2023

Krîza kêmbûna avê li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûye arîşeyek micid û niha xelkê devera Mirgewer yê girêdayî bajarê Urmiyê jî rastî vê pirisgirêkê hatine.

Pêka raporên belav bûyî li malperên xwecihî ev heyameke zêde ye ku welatiyên gundên devera Mirgewer yê girêdayî bajarê “Urmiyê” rastî bê aviyê hatine û ev yeka bûye pirisgirêkek micid bo ser jiyan û karên wan yên rojane.

Pêka wan raporan li hejmarek zêde ji gundên weke “Jarava, Sorkan, Bawa, Topzawa, Helec, Hêşmava, Filkan” û çendîn gundên din hin rojan bo heyama nêzî 10 demjimêran ava malan qut dibe û li hin ji wan gundan nîva şevê av tê ku xelk nikarin ti mifahekê jê werbigirin.

Herwisa hatiye belavkirin ku li gundê “Dizê” jî her roj av tax bi tax tê cîre bendîkirin û hin ji wan taxan bo çendîn demjimêran bê av dimînin.

Herwisa pêka zanyariyan welatî tenê bo ava vexwarinê rastî arîşeyan nehatine belkû bo karê werzêrî û avedaniya berhemên xwe jî rastî pirisgirêkan hatine û hin ji wan werzêran neçarin bi tankêran avê bikirin û dar û baxên xwe avedanî bikin û nirxa her tankêr av bo avedaniya bax û berhemên werzêriyê nêzî milyon û 500 Hezar Tûmenî ye.

Devera Mirgewer yek ji wan deverên Kurdistanê ye ku xwediyê çavkaniyên mezin yên avên şirûştî û keviyên befrê û kaniyên mezin e , lê bi sedema piştguh avêtina vê deverê ji aliyê karbidestên rejîmê û nebûna xizmetguzariyên hewce xelkê vê deverê neçarin di nava avê de bê av bimînin.